Berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê u rexê rojavaya çemê Urdinê
Wezareta Tebduristîyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku ji destpêka agirbesê va heta nika 618 kes li Zîvala Xezzeyê hatine şehîdkirin.
Di dewama daxûyanîya Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê da hatîye: Di 24 saetên buhurî da meytê 9 şehîdî j iwan 6 şehîdên di bin kavilan da mabûn u herwiha 4 birîndar bo nexweşxaneyên vê herêmê hatine veguhestin. Li gorî vê daxûyanîyê, ji destpêka agirbsê ji 11ê Cotmeha sala 2025ê va heta nika 618 kes hatine şehîdkirin u hezar 663 kes jî hatine birîndarkirin. Ji wê demê va heta nika herwiha meytê 732 kesî ji bin kavilan hatîye derxistin.Bi giştî hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabûye 72 hezar u 82 kesî û ya birîndaran jî rabûye 171 hezar u 761 kesî.
Ji hêla din ve, di dewama dagirkerîya artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker li navçeyên curbicur ên rexê rojavaya çemê urdinê da, çend filistînî hatin birîndarkirin û çend kes jî hatine desteserkirin.
Filistîn Al Yewmê ragihand: Leşkerên Rejîma Sîyonîst li devera Ibadîye li başûra şarê Xelîlê ber bi filistînîyan va gulle avêtin ku di encamê da kesek hat birîndarkirin. Komeleya Hîva Sor a Filistînê jî ragihand ku li nêzîkî herêma Yeta li başûra Xelîlê ciwanekî 35 salî ketîye ber gulleya leşkerên sîyonîst u bi giranî birîndar bûye ku veguhesitne nexweşxanê û leşkerên Rejîma Sîyonîst li gundê Tebeqe li devera Dewrayê li welatîyên fiilstînî xistin ku di encamê da 4 kes birîndar bûn û bo nexweşxaneyeke hikûmî ya vê herêmê hatin veguhestin. Leşkerên Rejîma Sîyonîst herwiha berbanga îro êrişî hejmareke gund u bajarên ser bi Xelîlê ji wan Beyt Forîk li rojhilata Nablosê, bajarokê Zahirîye li başûra Xelîlê, Tiffah li Xelîlê û Qelqelîyê kirin ku di encamê da hejmarek welatîyên filistînî hatin birîndarkirin.