Şermezarkirina kiryarên Rejîma Siyonîst li Rexê Rojavaya çemê Urdinê ji aliyê 20 welatan ve
Sibat 24, 2026 20:09 Asia/Tehran
Bîst welatên Ereb, Îslamî û Ewropî bi weşandina daxuyaniyek hevbeş biryarên vê dawiyê yên rejîma Siyonîst ji bo berfirehkirina hikimdarîya xwe ya neqanûnî li ser Rexê Rojava bi tundî şermezar kirin.
Welatên hanê di vê daxuyaniyê de tekez kirin ku bajaroksaziyên siyonîstan û xurtkirina wan, binpêkirinek eşkere ya qanûnên navneteweyî ye û armanca van pêşdebirina zêdekirina pratîkî û neqanûnî ya rexê rojavaya çemê urdinê ser erdên dagirkirî da ye.
Di vê daxuyaniyê de hatiye ku ev biryar, aşitiya li navçeyê û plana Xezzeyê lawaz dike û ji rejîma Siyonîst hatiye xwestin ku bi lez dev ji wan biryaran berde û tundûtûjiya bajaroknişînan bi dawî bîne û sebebkarên binpêkirina rêzikan mehkeme bike.