Berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê
Êrişên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzeyê hevgavê bêdengîya civaka navdewletî didomin û ev rejîma binpêkirina agirbesê didomîne.
Leşkerên Rejîma Sîyonîst li rojhilata Kempa Bureycê gulle ber bi sivîlan va avêtin ku di encamê da kesek birîndar bû. Rejîma Sîyonîst herwiha rojhilata vê kempê da ber topan u balafirên cengê yên vê rejîmê jî 2 caran Taxa Tuffah li rojhilata şarê Xezzeyê dan ber bombeyan. Li başûra Zîvala Xezzeyê jî ku perrav e, qayiqên cengê yên Rejîma Sîyonîst perravên şarê Xan Yûnisê dan ber gulleyan. Leşkerên Rejîma Sîyonîst bi maşînan derbasî Taxa Zeytûn a li rojhilata şarê Xezzeyê bûn u ber bi mal u çadirên awareyan va gulle avêtin.
Ev êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê hevgavê bêdengîya civaka navdewletî didomin. Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê jî di daxûyanîyekê da ragihand ku di 24 saetên buhurî da meytê 2 şehîdan bo nexweşxaneyên vê herêmê hatîye veguhestin u 4 kes jî hatine birîndarkirin. Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye ku hejmara şehîdan ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 72 hezar u 69 kesî u hejmara birîndaran jî rabû 171 hezar 728 kesî.