Hişyarîdayîna NY derbarê qeyrana xanîberan de li Xezzeyê
Rêveberê Dayra Geşepêdanê ya NY banga berfirehkirina alîkariyan bo Xezzeyê û lezandina pêvajoya avedankirina vê navçeyê kir.
Elêksandir Dî Kêyro, Rêveberê Dayra Geşepêdanê ya NY dema serdana zîvala Xezzeyê derbarê berfirehbûna hewcetiyên jibo xanîberan li zîvala Xezzeyê hişyarî da û got: Zêdetirî 300 hezar malbatî hewcetî bi xanîberan hene û tenê sedî 10ê gel xwediyê xanîberan in û sedî 90ê nifûsê jî li dû xanîberan digerin. Di rewşekê da ku gel neçar in tê de bijîn an tê de zindî bimînin gelekî zehmet e.
Dî Kêyro her wiha got: Bi leza ku niha kavilî tên ramalînê, renge ev pêvajo heft salan berdewam bike. Rayedarên beşa Tendrustiyê li Xezzeyê ragihandin ku beşeke zêde ji vê herêmê di encama bombebaranên di 2 salan ên Rejîma Sîyonîst da bûye wekî wêraneyekê û nêzî 72 hezar filistînî şehîd bûne û nêzî ji sedî 83 avahiyan li zîvala Xezzeyê ziyan dîtine.
Wezareta Tendrustiyê ya zîvala Xezzeyê her wiha di daxûyaniyekê de banga vekirina tam û tekûz û rêk û pêk a derbasgeha bejahî ya Refehê kir da ku derfeta derketina bêyî sînor a nexweş û birîndaran jibo dermankirinê pêk were. Vekirina qismî û demkî ya derbasgeha Refehê qet li gor berûlayên karesata mirovî û tendrustiyê li Xezzeyê nîne û vê vekirina demkî canê bi hezaran kesî rastî xetereke cidî kiriye.