Sibat 13, 2026 19:47 Asia/Tehran
  • 11 hezar kes li Zîvala Xezzê di bin kavilan da ne yan jî bêserûşûn bûne

Berdevkê Rêxistina Sivîl a Zîvala Xezzê ragihand meytên heşt hezar şehîdî di vê zîvalê de hîna di bin kelefeyan da ne û sê hezar kes jî bêserûşûn in.

Berdevkê Rêxistina Sivîl a Zîvala Xezzê di hevpeyvîna bi kanala televîzyonî ya El Cezîrê re got: Nêzî 8 hezar meytên şehîdên filistînî hîna di bin kelefeyan de mane, eva di halekî da ye ku operasiyona me jib o derxistina meytan ji bin kelefeyan hîna berdewam e. 

Vî rayedarê herêmî yê filistînî li Zîvala Xezzê herwiha got: Zêde ji sê hezar kes li Zîvala Xezzê hîna bêserûşûn in û kivş nine ka gelo sax in, hatine kuştin yan dîl hatine girtin. 

Hevgavê viya çavkaniyek li nexweşxaneya Şifa ya Xezzê ragihand ku filistîniyekî din bi derba gulleya leşkerên dagirkir li rojhilatê bajarê Xezzê hatiye şehîdkirin.

Fîlîp Lazarînî, komîserê giştî yê UNRWA`yê jî bi pêhişyariya li ser viya ku Rejîma Siyonîst dil heye vê saziya navnetewî ya alîkarîgihandinê li Erdên Dagirkirî yên Filistînê hilweşîne, ragihand ku 380 karmendên UNRWA`yê li şerrê Xezzê hatine kuştin.

 

Serepeyv