UNICEF: Sedî 98ê dibistanên zîvala Xezzeyê wêran bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i357826-unicef_sedî_98ê_dibistanên_zîvala_xezzeyê_wêran_bûne
Berdevkê UNICEFê li Filistînê got: Sedî 98ê dibistanên Zîvala Xezzeyê ji ber şêr wêran bûne.
(last modified 2026-01-06T11:00:16+00:00 )
Çile 06, 2026 15:25 Asia/Tehran
  • UNICEF: Sedî 98ê dibistanên zîvala Xezzeyê wêran bûne

Berdevkê UNICEFê li Filistînê got: Sedî 98ê dibistanên Zîvala Xezzeyê ji ber şêr wêran bûne.

Kazim Ebû Xelef her wiha got: 638 hezar zarok li Xezzeyê ji ber şêr ji xwendina  li dibistanê bêpar mane.  Pirsgirêka herî mezin ji destpêka şerê Xezzeyê di Cotmeha 2023an de, derbasnebûna amûrên perwerdeyê ye .Berdevkê UNICEFê her wiha got: Nêzîkî hezar kadroyên perwerdeyê û 20 hezar xwendevan û xwendekar di encama şêrr de şehîd bûne. Eva di halekî de ye ku Şebekeya Kan a Rejîma Siyonîst ragihand ku roja yekşemê, betalkirina belgeyên xebata 37 rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî bo zîvala Xezzeyê ji aliyê vê rejîmê ve destpê kiriye û  rejîm îdia dike ku wan rêxistinan şertên qanûnên qeydkirinê yên nû berçav negirtine.