Nekêrhatîbûna konan li himber serma û baranê li Xezzeyê
Kanûn 29, 2025 17:16 Asia/Tehran
Berdevkê Alîkarî û Rizgarkirina Xezzeyê got: Konên li Xezzeyê qet bi kêr nayên û li hember serma û baranê sitara pêwîst pêk naynin.
Mehmûd Besel, Berdevkê Alîkarî û Rizgarkirina Xezzeyê got: Konên li Xezzeyê tam bêkêr bûne û li hember serma û baranê nabin sitar û di rewşa giran a niha de êdî wekî çareseriyek mirovî ne cihê baweriyê ne. Wî daxwaza destpêlkirina demlidest a pêvajoya ji nû ve avakirinê û dabînkirina xanîyên ewle kir da ku rûmeta mirovî û jiyana filistîniyan were parastin.
Hevdem Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên êrişên artêşa Rejîam siyonîst ser Xezzeyê gihîştiye 71 hezar û 266 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 171 hezar û 222 kesan.