Zingila xeterê ya kêmbûna dermîn li Xezzeyê hat lêxistin; nexweş li pey hev can didin
Li nexweşxane u navendên dermankirinê yên Xezzeyê zingila xeterê ji ber kêmbûna berfire ya dermîn û rewşa nalebar a tenduristî u dermankirinê hat lêxistin u rayedarên têkildar derbara candayîna nexweşan a di encama kêmbûna dermîn u alavên pizişkî da hişyarî dan.
Zahir Wehîdî Rêvebirê Beşa Ragihandinê ya Wezareta Tenduristîyê li Xezzeyê got: Kêmbûna dermîn rabûye sedî 52yê û gellek curên dermanan idî bi dest nakevin. Kêmbûna alavên pizişkî jî rabûye sedî 71ê.
Wî amajeyî vê yekê kir ku zêde ji 300 nexweşên penceşêrê li Xezzeyê bi hegera nebûna dermîn u 1200 nexweş jî bi hegera daxistîbûna Derbasgeha Refehê û girtina rê li ber şandina bo derve canê xwe ji dest dane. Wî herwiah got: Kêmbûna dermanê nexweşên hewcedarê lêşarbûnnê berayî û nexweşên demdirêj rabûye sedî 62yê û ya nexweşên penceşêrê jî rabûye sedî 70yê.