Hemas: Bereya Berxwedanê u çeka wê mafê rewa yê gelê Filistînê ne
Serokê Tevgera Hemasê li Zîvala Xezzeyê pêgirî kir ku Bereya Berxwedanê û çeka di dêstî da li gorî qanûnên navdewletî mafê rewa yên hemî gelên di bin dagirkerîyê da ne.
Xelîl Heyye bi boneya salvegera 38an a damezirandina Tevgera Hemsê bal kişand ser rewşa dijwar û giran a gelê Filistînê ya ji ber destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst û şerê qirrkirina filistînîyan û got: Gelê Filistînê roja îro di rewşeke dijwar da ye u ji ber destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst u jînosayda dijî vî gelî êşên giran tamul dike, lê têkoşer, qareman u niştecihên birûmet ên Zîvala Xezzeyê tevî hemî derd u pirdgirêkan hela jî ber xwe didin.Xelîl Heyye herwiha got ku Tevgera Hemasê amade ye her pêşnîyara ku vî mafî biparêze û di eynî demê da avakirina welatê serbixwe yê Filistînê û mafê çarenûsê garantî bike, hilkolîne.