Mijdar 11, 2025 15:17 Asia/Tehran
  • NY derbarê hebûna berbendan ser rêya gîhandina alîkariyan bo Xezzeyê li xwe mukir hat

Tevî derbasbûna mehekê ser cihanîna peymana agirbesê, NY ragehand ku hewildanên jibo zêdekirina alîkariyên mirovheziyê bo zîvala Xezzeyê hîna jî rastî gelek berbendên cidî tên.

Ferhan Heq, Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY, got: Gihêştina alîkariyên mirovî hîn jî rastî astengiyan tê û kadroyên NY neçar in ku ji bo her karekî ku dikin pêştir bi rayedarên Rejîma Siyonîst re hevahengiyê bikin. Ferhan Heq her wiha got ku nivîsgeha hevahengiyê ya Karûbarên Mirovî (OCHA) ragihandiye ku bisînorkirina kar u baran ji hêla Rejîma Siyonîst va ji wan qedexeya berdewam a li ser hin şirîkên sereke yên gîhandina alîkariyê û hejmara sînordarkirî ya derbasgeh û rêyan, hemî ji van hokaran in  ku rê li ber gihandina alîkariyê bo xelkê Xezzeyê digirin.

Serepeyv