Tîrmeh 27, 2025 21:00 Asia/Tehran
  • Berdewambûna şêrr li Xezzeyê; hejmara şehîdan rabû 59 hezar û 821 kesî

Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzeyê di 24 saetên buhurî da, 88 kes hatin şehîdkirin û 374 kes jî hatin birîndarkirin.

Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser navendên parvekirina xwarek û alîkarîyan da jî 11 kes hatin şehîdkirin û zêde ji 36 kes jî hatin birîndarkirin. Hejmara filistînîyên l inavendên hanê hatine şehîdkirinê rabû hezar û 132 kesî û ya birîndaran jî rabû 7 hezar û 521 kesî.

Herwiha, hejmara şehîdên filistînî li Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 59 hezar û 821 kesî.

Medyayên Rejîma Sîyonîst jî ragihandin ku hejmarek leşkerên vê rejîmê di encama bûyereke emnî ya giran da li Xan Yûnisê hatin kuştin û birîndarkirin. 

Serepeyv