May 25, 2025 15:22 Asia/Tehran
  • Êrişên Îsraîlê ser Xezzeyê

Di 24 demjimêrên borî de, di encama êrişên artêşa Rejîma Siyonîst 38 filistînî şehîd bûn û 204 kesên din jî birîndar kirine.

Çavkaniyên herêmî derbarê şehîdbûna Eşref Ebû Nar, rêveberê operasyonên Rêxistina Alîkarî û Rizgarkirinê ya Xezzeyê û hevjina wî di encama êrişa hewayî ya Îsraîlê ser bajarokê El-Zeweydayê li navenda Xezzeyê agahî dan.  bi şehîdbûna rojnamevanekî tev malbata wî li Cibalyayê hejmara rojnamevanên ku di encama êrişên Îsraîlê ser Xezzeyê de hatine şehîd kirin gihîştiye 221 kesî.

Nexweşxaneya El-Ewde  ku weke sitargeha herî dawî ya birîndarên di bin dorpêçê de bû, dema ku artêşa Îsraîlê êrişî herêma Tel El-Ze'ter kir, rasterast  ket ber êrişa tankan. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku hejmara qurbaniyên êrişên artêşa  terorê ser Xezzeyê gihîştiye 53 hezar û 939 kesan.

Serepeyv