May 18, 2025 15:10 Asia/Tehran

Bi berfirehbûna komkujiya sivîlan li bakurê zîvala Xezzeyê nexweşxane di bin dorpêçê de ne û rê li ber gîhandina bo navçeyê tê girtin.

Di encama êrişên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê de, zêdetirî 153 kes ji xelkê Xezzeyê şehîd bûne û zêdetirî 200 kes di bin kavilan de man.

Êrişên hewayî yên hovane yên ku ji aliyê balafirên şer ên artêşa dagirker a siyonîst ve li ser hin konên awareyan li herêma El-Mewasiyê hatin kirin, bûn sedema şehîdbûna zêdetirî bîst kesan ku piraniya wan zarok in.

Tê gotin ku herî kêm 5 rojnamevanên filistînî û her wiha Zekeriya Sinwar, birayê şehîd Yehya Sinwar, jî di encama êrişên rejîma siyonîst de şehîd bûne.

Duh jî, rejîma Siyonîst navendeke belavkirina alîkariya xwarinê li herêma Deyr el-Belehê, ku li navenda Xezzeyê ye, bombebaran kir ku di encamê de pênc filistînî şehîd bûn û gelek sivîlên din jî birîndar bûn.

Bi dewama êrişên rejîma Siyonîst ji 7ê Cotmeha 2023an  ve, hejmara giştî ya şehîdan gihîştiye 53 hezar û 339 kesan.

Tevgera Hemasê di daxuyaniyekê de tekez kir ku di encama êrişa ser konên awareyan û şewitandina wan ligel sivîlan cinayeteke hovane ye.

Hamasê ev cinayet şermezar kiriye û gotiye ku hikûmeta Amerîkayê, bi piştgiriya xwe ya siyasî û leşkerî ji hikûmeta dagirker a terorîst, rasterast berpirsiyarê van êrişan e.

Serepeyv