May 16, 2025 17:19 Asia/Tehran
  • Banga Hemasê bona hêrsbûna cîhanê dijî Siyonîstan

Hemasê daxwaza hêrsbûna xelkê cîhanê û şermezarkirina jînûsaydê û sepandina siyaseta xela û birçîtiyê li Xezzê kir.

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) bi weşandina daxuyaniyekî bang li netewên misilman û azadîxwezên cîhanê kir ta ku li hember vê jînûsayda bêmînak rabin ser xwe û hêrsa xwe ya li hember cinayetên Rejîma Siyonîst nîşan bidin. Tevî hewldana welatên rojavayî ji bo xalifandina nûçeyên Xezzê û jînûsayda xelkê Filistînê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve, pêleka nerazîbûn û xwenîşandanên gelanî bona piştgîriya ji Filistînê li welatên rojavayî pêk hatiye. Li Almanyayê û welatên din xelk bi hin dirûşman bona piştgîrîkirina xelkê Xezzê, bi awayeka aştiyane daketin kolanan ku li Almaniyayê di navbera polîs û xwenîşanderan de pevçûneka bi şidet derket.

Serepeyv