May 15, 2025 17:18 Asia/Tehran
  • Berxwedan tenê rêya vegera bo serketinê ye

Tevgera Hemasê tekez kir ku tenê rêya rizgariya ji dagirkeriyê û azadiya Filistînê hevrêbûna gel bi berxwedanê re ye.

Tevgera Hemasê, bi  daxûyaniyekê  bi boneya salvegera 77emîn a dagirkirina Filistînê ji aliyê rejîma siyonîst ve tekez kir: Gelê Filistînê dê tu carî nehêle ku nikbeteke nû an jî koçberiyek din a bi darê zorê dubare bibe. Li daxûyaniya Tevgera Hemasê de her wiha hatiye: Ev salveger di demekê de tê ku rejîma Siyonîst di du salên borî de li Xezzeyê,  li Rexê Rojava û Qudsê şerê jînosaydê yê hovane bi rêxistiye û li dijî zêdetirî du milyon filistîniyan li Xezzeyê cinayetên hovane pêk anîne.Lê berxwedana wêrek û  mayînde hemû pîlanên dijmin pûç kirine.

Serepeyv