El Hindî: Sekinandina hertimî ya şêrr şertê azadkirina hemû girtiyên îsraîlî ye
Alîkarê sersekreterê Cîhada Îslamî pêgîrî kir eger ku şerr bi awayekî hertimî were sekinandin û dagirkir bi tevahî ji Xezzê derkevin, wê hemû girtiyên îsraîlî werin azadkirin.
Li dû ragihandina nûçeya pêkhatina muzakireyên rasterast ên nû di navbera Tevgera Hemasê û Amerîkayê de û pejirandina azadkirina girtiyên siyonîst- amerîkî ji aliyê vê tevgerê ve, Mihemed El Hindî, alîkarê sersekreterê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihand Berxwedan wê ti girtiyekî din ê siyonîst ku li Xezzê ye azad neke, meger ku Amerîkayê û navbeynkarên navçeyî yên Rejîma Siyonîst neçar bikin hevhatina agirbesê li ser bingeha derketina bi tevahî ya hêzên dagirkir ji Zîvala Xezzê û sekinandina hertimî ya şêrr, qebûl bike.
El Hindî li ser rewşa 59 girtiyên zindî û mirî yên îsraîlî ku hîna di destê Berxwedanê li Xezzê da ne got: Em ê vê emcala ji ber girtiyên ku di destê Berxwedanê da ne, ji dest nedin û em amade ne hevhtineka giştalî cih bînin; Azadkirina hemû girtiyên îsraîlî di berdêla bidawîanîna bi tevahî ya şêrr û derxistina bi tevahî ya Siyonîstan ji Zîvala Xezzê.