33 filistîniyên din li Xezzê şehîd bûn/ Hejmara şehîdan nêzîkî 53 hezar kesan dibe
May 12, 2025 13:45 Asia/Tehran
Di dewama êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê de, hejmara şehîdên vê navçê gihîşte 52 hezar û 862 kesî.
Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê ragihand di 24 saetên buhurî de 33 filistîniyên din li Zîvala Xezzê şehîd bûne û 94 ke jî birîndar bûne.
Sibeha îro herwiha di encama bombebarana dibistana awareyan a li bajarê Cibaliyayê li bakûrê Zîvala Xezzê de herîkêm 17 kes şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn. Ji dema destpêbûna qonaxa nû ya êrişên ser Xezzê di 18`ê Adara 2025`an ve heta nika du hezar û 749 kes şehîd bûne û 7 hezar û 607 kes birîndar bûne.