Jordaçûna hejmara şehîdên Xezzeyê û kavilkirina 37 nexweşxaneyî li vê herêmê
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê dîyar kir hejmara şehîdan li vê herêmê careka din jorda çû û di encama êrişên Rejîma Sîyonîst da, heta nika 37 nexweşxane li seranserê Zîvala Xezzeyê tam ji kar ketine.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê di daxûyanîyekê da dîyar kir ku di 24 saetên buhurî da 50 filistînî di encama êrişên Rejîma Sîyonîst da hatine şehîdkirin û 152 kes jî hatine birîndarkirin. Li gorî vê daxûyanîyê, hejmara şehîdên Xezzeyê ji 18ê Adara 2025ê va rabû hezar û 987 kesan û ya birîndaran jî rabû 5 hezar û 207 kesan.
Di dewama daxûyanîya Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê da hatîye ku bi vî awayî hejmara şehîdan ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 51 hezar û 355 kesî û ya birîndaran jî rabû 117 hezar û 248 kesan.
Çavkanîyên filistînî jî ragihandin ku balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst vê sibê Navenda Polîsan a Cibalîyayê, Taxa Emel li rojavaya Xan Yûnisê, navçeya xelknişîn a Qîzan Neccar li başûra Xan Yûnisê, herêma Tuffah li rojhilata Xezzeyê, Taxa Şêx Rizwan li bakura şarê Xezzeyê û Kempa Qelendîyayê dan ber bombeyan.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê herwiha ragihand ku Nexweşxana Durre li rojhilata şarê Xezzeyê ji ber xisarên giran ên di encama êrişên 2 rojan berî nika da, ji kar ketîye.
Li gorî daxûyanîya vê wezaretxaneyê, li vê navenda taybet bi dermankirina zarokan zîyanên giran pêk hatine, lewma idî bi kêr nayê. Bilî vê yekê pergala dermankirin û tenduristîyê li Zîvala Xezzeyê xopan bûye û vê yekê jî qeyrana merivî giran kirîye.