Dilnîgeraniya ji ber bêdengiya cîhanê li hember jînûsayda li Xezzê
Nîsan 15, 2025 17:06 Asia/Tehran
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hemas) li bara dewama dorpêça giştalî ya Zîvala Xezzê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve pêhişyarî da.
Hemasê bi weşandina daxuyaniyekê ev rewşa pişkek ji pilaneka jînûsaydê ya pilandarêştî da zanîn ku rastî bêdengiya dilnîgerankir a civaka cîhanî ve hatiye. Ev tevgera ji NY û saziyên navnetewî xwest berpirsyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî cih bînin û rejîma dagirkir neçar bikin demlidest van siyasetan bidin sekinandin. Rejîma Siyonîst bi girtina pêşiya alîkarîgîhandin û belavkirina xwerinê, zêde ji du mîlyon û 200 hezar kes xistiye ber kuştineka sîstimatîk û dijî mirovantiyê û cinayeteka aşkera pêk aniye.