Sibat 05, 2025 16:58 Asia/Tehran

Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku hejmara şehîdên ji ber êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê gihîştiye 47 hezar û 552 kesî.

Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê bi weşandina daxuyaniyekî amara herî nû ya şehîd û birîndarên ji ber êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê ji 7`ê Cotmeha sala buhurî ve heta nika ragihand. Anegorî ragihandina wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê, di encama êrişên artêşa Rejîma Siyonîs tser Zîvala Xezzê ji 7`ê Cotmeha sala 2023`an ve heta nika 47 hezar û 552 kes şehîd bûne. Herwiha vê saziya pizişkî ya filistînî ragihand ku hejmara gişt birîndarên ji ber êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê ji destpêka şêrr ve heta nika gihîştiye 111 hezar û 629 kesî.

Vî wezaretxaneyî ragihand di 24 saetên derbasbûyî de herwiha meytê 12 şehîdî bo nexweşxanê hatine veguhestin ku meytên 8 kes ji wan ji bin kelefeyan hatibûn derxistin. Herwiha 4 kes ji ber giraniya birînan şehîd bûn. Di vê midehê de 11 kesên din birîndar bûne. Hîna bi hezaran kesên din li Zîvala Xezzê bêserûşûn in yan di bin kelefeyan de mane.

Ji hêla din ve Basim Neîm, endamê polîtboroya Hemasê wek rexneya ji axiftinên Tiramp li ser derxistina xelkê Xezzê û dagirkirina wê ji aliyê Amerîkayê ve, pêgîrî kir biryarên bi vî awayî, cinayeta dijî mirovantiyê ne û wek xurtkirina qanûna daristanê di asta navnetewî de tên hesêb. Basim Neîm hewiha got: Ev pîlan, gefê li ewlehî û istiqrara navçê dixwun û hewcetî bi karên lezgîn û navçeyî û navnetewî ji bo sekinandina wan heye.

Serepeyv