Roja 470-an a Bahoza Eqsayê / şehîdbûna 88 filistîniyan di rojekê de
Şerê Xezzeyê îro derbasî roja xwe ya 470an bû.Tevî ragihandina rêketina agirbesê ,Rejîma Siyonîst hîna jî êrişên xwe ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzeyê berdewam dike.
Wezareta Tenduristiyê ya Zîvala Xezzeyê ragihand ku di dereqa 24 sietên derbasbûyî de artêşa Rejîma Siyonîst 4 komkujî li li zîvala Xezzeyê pêk anîne ku di encamê de 88 kes şehdî bûne û 189 kes jî birîndar bûne.
Rejîma Îsraîlê vê sibê malek li Xan Yûnisê kire armanc û di encamê de dayîkek û 4 zarokên wê hatin şehîdkirin. Berdevka UNICEFê li Xezzeyê derbarê gihandina alîkariyên mirovî bo vê navçeyê got:Alîkariya heyî niha têra dabînkirina hewcedariyên zav yên gelê Xezzeyê nake û gelek xwarin li derbasgeha Kerem Ebû Salim li başûrê rojhilatê Xezzeyê dema bikaranîna wan derbas bûye.