Hemas: Berbendên li ser rêya agirbesê hatin rakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i352983-hemas_berbendên_li_ser_rêya_agirbesê_hatin_rakirin
Tevgera Hemasê basa rabûna berbendên li ser rêya agirbesa li Xezzê û bi hevreguherîna girtiyên Siyonîst bi dîlên filistînî re kir.
(last modified 2025-01-17T12:07:08+00:00 )
Çile 17, 2025 13:08 Asia/Tehran
  • Hemas: Berbendên li ser rêya agirbesê hatin rakirin

Tevgera Hemasê basa rabûna berbendên li ser rêya agirbesa li Xezzê û bi hevreguherîna girtiyên Siyonîst bi dîlên filistînî re kir.

Hemasê di daxuyaniyekî de pêgîrî kir: Bi hewldana navbeynkaran, sibeha îro Îniyê berbendên ku li ser rêya hevhatinên ji ber pêbendnebûna dagikiraqn li hin xalên hevhatinê pêk hatibûn, hatin çareserkirin. Di vê daxuyanbiyê de hatiye: Tevgera Hemasê hewl da di çarçoveya bi hevreguherîna girtiyên Siyonîst bi dîlên filistînî re bigihîje hevhatinekê ku netewî be û hemû kom û welatiyên filistînî bigire ber xwe.

Tevgera Hemasê bal kişand ser vê yekê ku lîsteya girtiyên siyonîst ên ku di qonaxa yekem a hevhatina agirbesê de wê bên berdan, dê bi rêya nivîsgeha girtiyan bê weşandin. 

Pêştir jî çavkaniyên siyonîst raghandin ku civîna kabîneya siyasî-ewlehî ya Rejîma Siyonîst ku ji bo pêdaçûna lihevhatina agirbesa Xezzê û bi hevreguhertina girtiyên siyonîst û dîlên filistînî destpê kiribû, rêketinama agirbesê qebûl kiriye.