Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i352702-dewama_cinayetên_rejîma_siyonîst_li_xezzê
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku di mideha 24 saetên buhurî de artêşa Îsraîlê li Zîvala Xezzê 3 cinayet û kuştin pêk anîne.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Kanûn 29, 2024 15:32 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku di mideha 24 saetên buhurî de artêşa Îsraîlê li Zîvala Xezzê 3 cinayet û kuştin pêk anîne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand ku di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê de 30 kes şehîd û 99 kes jî birîndar bûn. Medyaya filistînî behsa şehadeta rojnamevanekê li kempa Cinînê li bakurê Perrava Rojava Çemê Urdinê kir. Alîkarê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê got: Piştî ku nexweşxaneya Kemal Edwan nekarî xizmetguzariyan raber bike, nexweşxaneya El Moemedanî veguheriye navendeke girîng a dermankirinê li bajarê Xezzê û bakurê Zîvala Xezzê. Wî herwaha got: Hejmara textên nexweşxaneya El Moemedanî sedî 200 zêde bûye. Di heman demê de, Hemasê bombebarankirina nexweşxaneyên Xezzê ji aliyê artêşa dagirkir a Rejîma Siyonîst ve wek cinayeteka cengê bi nav kir. Hemasê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji civaka navdewletî û şandina çavdêrên navdewletî bo Zîvala Xezzê û parastina nexweşxaneyên li vê zîvalê kir. Hemasê ragihand: Em ji bêdengiya cîhanî li hember cinayetên bêmînak û berdewam ên di 15 mehan da û jînûsayd û wêrankirina pilankirî ya li dijî navend û nexweşxaneyan nerazî ne. Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst nexweşxaneya El Wefa ya li bajarê Xezzeyê bombebaran kirin, di encama vê êrişê de 7 welatiyên filistînî şehîd û birîndar bûne. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku di encama êrişên artêşa Îsraîlê ji 7`ê Cotmeha sala buhurî ve ser Zîvala Xezzê heta nika 45 hezar û 514 kes şehîd bûne û 108 hezar û 189 kes jî birîndar bûne.