Cotmeh 19, 2024 16:36 Asia/Tehran

Wezareta tendirustiya Filistînê li amara xwe ya herî nû da ragihand ku ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika 42 hezar û 519 welatiyên filistînî li Zîvala Xezzê şehîd bûne.

Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê ragihand ku Rejîma Siyonîst di 24 saetên buhurî da 3 cinayet li Zîvala Xezzê cih anîne ku di encama wan de 19 kes şehîd bûne û 91 kes jî birndar bûne. Bi hesibandina van şehîdan hejmara şehîdên Xezzê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve û hevgavê destpêbûna operasiyona Bahoza Eqsayê ve heta nika gihîştiye 42 hezar û 519 kesî û hejmara birîndaran jî rabûye 99 hezar û 637 kesî.

Li gorî nûçeyeka din çavkaniyên pizişkî yên filistînî li Nexweşxaneya Endonêziyê ya Xezzê ragihandin ku du nexweşên filistînî ku di pişka lêhişyarbûna taybet a vê nexweşxaneyî da hatibûn razandin ji ber ku jênêratora elekterîkê ya nexweşxaneyê ji aliyê leşkerên dijminê siyonîst ve hat rûxandin, şehîd bûne.

Serepeyv