Cotmeh 17, 2024 16:13 Asia/Tehran

Di halekî da ku şerrê jînûsaydê ya Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzê derbasî roja xwe ya 376`an bûye, wezareta tendirustiya Xezzê îro Çarşemiyê hejmara nû ya şehîd û birîndaran ragihand.

Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê ragihand hejmara goriyên ji ber operasiyona Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika gihîştiye 42 hezar û 409 şehîdî û 99 hezar û 153 birîndaran. Vî wezaretxaneyî herwiha ragihand Rejîma Siyonîst di 24 saetên biuhurî da 6 cinayet dijî malbatên filistînî li Zîvala Xezzê cih anîne ku di encama wan de 65 kes şehîd bûne û 140 kes jî birîndar bûne.

Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê herwiha pêgîrî kir hejmarek ji goriyan di bin kelefeyan da mane û ûrjans û hêzên bBerevaniya Sivîl nikarin meytên wan peyda bikin. Ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve Rejîma Siyonîst bi piştgîriya Ameîrkayê şerekî kawilkir dijî xelkê Xezzê pêk aniye û zêde ji 140 hezar filistînî şehîd û birîndar bûne.

Serepeyv