Cotmeh 02, 2024 16:24 Asia/Tehran
  • Lêjneyên Berxwedanê yên Filistînê bersiva tepeserker a Îranê himberî Tel Avîvê pîroz kirin

Bi dû operasyona Îranê ya bi navê Wadeya Sadiq-2yê dijî Erdên Dagirbûyî yên Filistînê ku di encamê da sedî 90ê mûşekan li armancan ketin, Lêjneyên Berxwedanê yên Filistînê bersiva tepeserker a Komara Islamî ya Îranê himberî Rejîma Sîyonîst pîroz kirin.

Lêjneyên Berxwedanê yên Filistînê di daxûyanîyekê da ragihandin: Bersiva tepeserker a Komara Islamî ya Îranê himberî Rejîma Sîyonîst bi êrişa ser kûratîya Erdên Dagirbûyî yên Filistînê wek bersiva himberî terorkirina Ismayîl Henîye Serokê Polîtbîroya Hemasê û Seyîd Hesen Nesullah Sersekreterê Hizbullaha Libnanê û destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ser Libnanê û Zîvala Xezzeyê pîroz dikin.

Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye: Bersiva Îranê nîşan dide ku di qonaxeke nû ya himbersekinînê da Bereya Berxwedanê serdest e û cinayetên Rejîma Sîyonîst bandor li morala Bereya Berxwedanê nekirîye ku qet belkî vîn û amadebûna vê bereyê xurttir kirîye.

Tevgera Fethê jî ragihand: Bersiva Îranê xaleek werçerxanê ya dîrokî di demajoya sekinîna hibmerî Rejîma Sîyonîst da ye. Ev, bersiva asayî himberî cinayetên Rejîma Sîyonîst ji wan terorkirina şehîd Ismayîl Henîye û şehîd Seyîd Hesen Nesrullah û hemî şehîdan e. 

Serepeyv