Kanûn 14, 2023 17:22 Asia/Tehran
  • Êrîşa balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst ser başûrê Xezeyê

Medyayên filisstînî ragihandine ku leşkerên siyonît 2 mal li Refehê dane ber êrîşê ku di encamê da bi dehan kes şehîd û birîndar bûne.

Di êrîşa leşkerên siyonîst ser Rexê Rojavayê Çemê Urdinê da jî herî kêm 3 filistînî şehîd bûn. Leşkerênm siyonîst bi êrîşa ser bajarê Cinînê digel hejmareke filistînyan ketin pevçûnê ku di encama vê pevçûnê da çend kes birîndar bûn.

 

Eşref Qedre Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand, Di encama êrîşên artêşa Rejîma Siyonîst ser Xezeyê heta niha 18608 filistînî şehîd û 50594 kes jî birîndar bûnbe.

 

Wî tekez kir: Di saetên derbasbûyî da ji ber bombebarana navçeyên cûrbecûr ji aliyê dagirkeran va 196 filistnînî şehîd û 499 kes birîndar bûne. Her wiha hejmareke zehf ji qurbaniyan jî di bin xirbe û kavilan da ne.

Qedre got: Dagirker tekezî li ser bidawîhanîna beşa tenduristiyê li bakurê Zîvala Xezeyê dikin; bakurê Xezeyê veguheriye navçeyeke bêyî çavdêriya tenduristî û pizîşkî. Wî bi gotina vêya ku ji ber bombebarana Zîvala Xezeyê ji aliyê Rejîma Siyonîst va 22 nexweşxaen û 52 navendên acîl ji pêvajoya xizmetgihandinê derketine, ji saziyên navneteweyî xwest ku pêdiviyên pizîşkî bigihînin nexweşxaneyên başûrê Zîvala Xezeyê.

Serepeyv