UNRWA: 228 kes li sitargehên me li Xezeyê hatine kuştin
Ajansa Alîkarîgihandina bo Awareyên Filistînî ya ser bi NY (UNRWA) ragihand ku herî kêm 228 kes ji 7ê Cotmehê va li sitargehên wê li Xezeyê hatine kuştin.
Fîlîp Lazarînî serokê UNRWA'yê hişyarî dabû ku piştî kuştina hejmareke karmendên NY li Xezeyê, zirûf û şiyana vê ajansê ji bo raberkirina xizmetan li vê zîvalê nêzik e ku hilweşe.
Ji aliyê din va, komên alîkarîgihên û NY derbarê berfirehbûna nexweşiyên vegir li Zîvala Xezeyê hişyarî dane.
Hevahengkera Karûbarên Mirovdostane ya NY li erdên dagirbûyî yên Filistînê vê dawiyê hişyarî da ku ji ber hilweşiyana pergala paqijî û berfirebûna nexweşiyên ji ber zêdehiya gelheyê, Xeze tûşî karesata tenduristiya gelemperî bûye.
Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê (WHO) di raporên xwe da bal kişandiye ser zêdebûna nexweşiyên giran ên nefeskişandinê, îzhal û nexweşiyên din ên vegir.