Êrîşên giran ên asimanî û topxaneyê ser Zîvala Xezeyê
Bombebarana navçeyên cûrbicûr ên Xezeyê ji aliyê balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst va bi giranî didome û di encamê da bi dehan welatiyên din ên filistînî şehîd û birîndar bûne.
Balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst bi giranî navçeyên başûrî yên Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezeyê dane ber bombeyan û 28 kes şehîd kirin.
Di bombebarana malekê li Birca Îtihadê li Kampa Nesîratê ya navenda Zîvala Xezeyê da jî hejmarek şehîd û birîndar bûn. Di bombebarana du malan li xaçerêya Dexnîyê ya Refehê jî hejmarek şehîd bûn.
Êrîşên bi topan ên artêşa Rejîma Siyonîst ser kampa Cebalyayê li bakurê Zîvala Xezeyê jî girantir bûne. Hevdem dengê zengila xeterê li navenda leşkerî ya Sofayê ya artêşa Rejîma Siyonmîst li derdora Zîvala Xezeyê bilind bû ku îhtimalen ji ber avêtina topên Berxwedanê bo wir bûye.
Li aliyê din, têkoşerên berxwedana Filistînê jî heta niha bi ssedan erebeyên şêrr, tank, dozer û alavên şêrr ên Artêşa Rejîma Siyonîst di şerên bejahî da ji nav birine û hejamreke zehf a efser û leşkerên vê rejîmê kuştine. Wan her wiha bajarû bajarokên siyonîstnişîn dane ber roket û topan.