Mijdar 17, 2023 17:24 Asia/Tehran
  • Rewşa karesat li Nexweşxaneya El-Şîfayê ya Xezeyê

Serokê Nexweşxaneya El-Şîfayê ya Xezeyê rewşa vê nexweşxaneyê karesat zanî û got: Nexweş di rewşeke dijwar da ne.

Muhemed Ebû Selîme Serokê Nexweşxaneya El-Şîfayê ya Xezeyê tevî amajeya bi vêya ku gulereşandina leşkerên siyonîst ber bi nexweşxaneyê va hema wisa didome, tekez kir: Ti kes nikare ji avahiyekê biçe avahiya din û têkiliya kedkarên dermanî bi hev ra qut bûye.

Wî bi gotina vêya ku xwefirrên îsraîlî bêrawestan li ser nexweşxaneyê difirrin, got: Leşkerên siyonîst di nav beşan da digerrin û çend cenaze jî digel xwe birine. Me derdora 80 cenaze li nav nexweşxaneyê defin kirine.

Serokê Nexweşxaneya El-Şîfayê ya Xezeyê got: Em hema wisa di bin dorpêça tankên Îsraîlê da ne  û zêdetirî 650 nexweş û pênc hezar aware li vê nexweşxaneyê tûşî kêmasiya Oksîjenê bûne. Wî her wiha got: Em neçar man 80 cenazeyan li qada nexweşxaneyê defin bikin.

Munîr El-Bereş Rêveberê Giştî yê Wezareta Tenduristiyêya Xezeyê jî got: Dagirkerên siyonîst Nexweşxaneya El-Şîfayê ya Xezeyê xera kirin û alavên ku tenê li vê navendê hebûn, ji nav birin û du mihendisên nexweşxaneyê jî desteser kirine.

Serepeyv