Hemas: Êrişa ser nexweşxaneya El-Şefa cinayeta şer û li dijî mirovahiyê ye
Hemas û dewleta Filistînê li Xezzeyê di daxuyaniyên cuda de êrîşa li ser nexweşxaneya El-Şefa wek cinayeta cengê û li dijî mirovahiyê dan zanîn û derbarê vê cinayetê hişyarî dan Amerîka, Îsraîl û civaka navdewletî.
Leşkerên Rejîma Siyonîst, vê sibê piştî dorpêçeke çend rojî, êrişî nexweşxaneya El-Şefayê kirin.
Tê gotin li vê nexweşxaneyê ku 180 personelên tenduristiyê nêzî 9 hezar kesên ku penaha xwe birine vê nexweşxaneyê, hene.
Hamasê bi daxuyaniyekê rejîma dagirker û hikûmeta Amerîkayê û Serokkomarê Amerîkayê Joe Biden berpirsê êrişa dagirkeran ser nexweşxaneya El-Şefayê da zanîn .
Hemasê eşkere kir ku Koşka Spî û Pentagon guhê xwe didin rewayetên derew ên dagirkeran ku dibêjin komên berxwedanê vê nexweşxaneyê ji bo armancên leşkerî bikar tînin.
Nivîsgeha Ragihandinê ya dewleta Filistînê li Xezzeyê jî bi daxuyaniyekê êrişa dagirkeran ser nexweşxaneya Şefayê wek cinayeta şengê, cinayeta exlaqî û dije mirovî bi nav kir.
Di vê daxûyaniyê de teqez kir ku êrişa hanê piştî dorpêçkirina tund û çend rojî ya vê nexweşxaneyê cih hatiye ku di vê midehê de zêdetir ji 5 avahiyên di nava vê nexweşxanê bi roketan hatin bombebarankirin û her wiha gulle hatiye avêtin ser birîndar û aware û karmendên pizîşkî yên li vê nexweşxaneyê.
Li gor vê daxûyaniyê artêşa dagirker cardinê cinayeteke kirêt kiriye tevî ku dizane nêzîkî 9000 karmendên bizîşkî, birîndar, nexweş û filistînî di nava vê nexweşxaneyê de hene lê dîsa jî ber bi wan ve gulle avêtine.
Dewleta Filistînê li Xezzeyê teqez kir ku ev cinayet piştî wê cih tê ku artêşa dagirker çendîn komkijhî li nexweşxaneyan li dijî personelên tenduristiyê û trimbêlên alîkariyê pêk anî û di encama van cinayetan de bi hezaran kes hatin kuştin an birîndar kirin,
Cinayetên herî giran jî li komkujiya li nexweşxaneya El-Muemdanî de pêk hat û îro bi êrişa ser nexweşxaneya El-Şefacinayeteke din a dîrokî qewimî.