Mijdar 12, 2023 17:10 Asia/Tehran
  • 31 şehîd di êrîşên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê da

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin, Di encama êrîşên asimanî yên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê da 31 kes şehîd bûn.

18 filistînî di encama bombebarana malan li El-Falûce û Kampa Cebalyayê li bakurê Zîvala Xezeyê şehîdd bûn. Li gorî vê raporê, Di bombebarana Nexweşxaneya Mehdî ya Xezeyê da jî 2 pizîşkên filistînî şehîd û hejmarek jî birîndar bûn. Her wiha 2 filisstînî ji ber êrîşa siyonîstan ser Sitargeha Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li rojavayê Xezeyê şehîd bûn. Medyayên filistînî heer wiha ragihandin, Di êrşa balefirên şêrr ên siyonîstî ser navçeya Til Ze'terê li bakurê Zîvala Xezeyê da 9 filistînî şehîd bûne.

Ji aliyê din va, Eşref El-Qedre Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê got: Nexweşxaneya Şîfayê ya Xezeyê ji ber êrîşên asimanî û topbarana Artêşa Rejîma Siyonîsst tam ji kar ketiye û ev nexweşxane bûye qada operasyona artêşa dagirker. Wî got: Ji ber êrîşên berdewam ênb siyonîstan, hejmareke zehf a birîndar û şehîdan li ber têketina Nexweşxaneya Şîfayê li ser erdê mane û artêşa dagirker her kesekî li derveyî nexweşxaneyê dike armanc û ev cih û şûn bûye qada êrîşên nîşanbaz û helîkopterên dagirkeran.

Serepeyv