Daxwaza Rejîma Siyonîst ji bo valakirina 20 nexweşxaneyên Qezeyê
Rayedarekî ewlekarî yê Rejîma Siyonîst derbarê daxwaza vê rejîmê bo valakirina 20 nexweşxaneyên bakurê zîvala Qezayê agahî da.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, rayedarekî ewlehiyê yê Rejîma Siyonîst îro Şemiyê got: Vê rejîmê daxwaza valakirina 20 nexweşxaneyên bakûrê zîvala Qezeyê kiriye.
Vî berpirsê ewlehiyê yê Rejîma Siyonîst her wiha îdia kir ku nêzîkî 30 hezar berê xwe dane penagehên derdora nexweşxaneya El-Şefa yê da ku bibin mertala însanî.
Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmetê li Qezeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku di 24 saetên derbasbûyî de piştî êrîşên esmanî yên Îsraîlê de 352 Filistînî şehîd bûne.
Selame Marûf berpirsê Nivîsgeha Ragihandinê ya hikûmeta li Qezayê ragihand ku 61 şehîd li başûrê zîvala Gezeyê hatin şehîdkirin, ji ber ku dagirkeran îdia kiribûn ku ev navçe ewleh in û niştecihên wê dikarin herin wir.
Li gor gotina berpirsê ewlehiyê yê Rejîma Siyonîst, heta niha 6 nexweşxane hatine valakirin, 4 nexweşxane jî li dijî valakirinê derketine û yên din jî di halê valakirinê de ne.