Saziyên navneteweyî derbarê negihîştina avê bo Xezeyê hişyarî dan
Saziyên navneteweyî tevî amajeya bi dewama êrîşên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê, derbarê rewşa diltezîn a vê navçeyê hişyarî dan.
Rêxistina Pizîşkên Sînornenas ragihand, Bombebarana Zîvala Xezeyê ji aliyê Îsraîlê va didome û tîmên vê rêxistinê qala dijwarbûna gihandina av û xwarekê bo xelkê dikin.
Vê rêxistinê bi ragihandina vê yekê ku mirina di bin bombeyan da nabe ku tenha bijardeya mayî ji bo niştecihên Xezeyê be, ragihand: Êdî li nexweşxanweyên vê zîvalê cih ji bo birîndaran nemaye.
Ji aliyê din va, Ajansa Alîkargihandin û Pêngavrakirin û Karopeydakirinê ya NY ji bo Awareyên filsitînî (UNRWA) ragihand: Leşkerên îsraîlî bombebarana Xan Yûnis û başûrê Zîvala Xezeyê didomînin.
UNRWA'yê tevî amajeya bi vêya ku meseleya sereke li Xezeyê av e û xelkê vê zîvalê bêyî avê nikarin jiyanê bidomînin, tekez kir: Nîgeraniya ji ber nexweşiyên vegir li gorî jinavçûna binesaziyên dabînkirina ava vexwarinê her kêlî zêde dibe. Ava başûrê Xezeyê tenê bo heyama sê saetan hat vekirin ku ev yek hewcetiyên niştecihan dabîn nake.
Di vî warî da Rêveberê Navçeyî yê Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê got: Em daxwaza şandina alîkariyan bo Xezeyê bi rêya derbasgeha Refehê dikin.
Her wiha Bernameya Cîhanî ya Xwarekê jî ragihand: Alîkariya Xwarekê li Xezeyê kêm dibe û em li Erîşê xwarekê depo dikin da ku dema vekirina Derbasgeha Refehê wan bi kar bînin.