Tebax 09, 2023 15:38 Asia/Tehran
  • Operasyona dije-siyonîstî li bakurê Ramullahê

Çavkaniyên filistînî qala operasyona nû ya dije-siyonîstî li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kirin.

Li gorî rapora Çavkaniyên filistînî, Roja Sêşemiyê gulle li utubûsa hilgira bajaroknişînên siyonîst li rawestgeha lêgerînê ya Etareyê li bakurê bajarê Ramullahê yê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê hatiye reşandin û Artêşa Rejîma Siyonîst gellek leşker şandine cihê bûyerê û lêkolîn pêk tê.

Siyonîst ji bo bidestxistina armancên xwe yên berfirehxwaziyê her roj êrîşî ser deverên Filsitînê dikin û filistîniyan bi îdiayên pûç digirin, birîndar dikin an jî şehîd dikin; Hêzên Berxwedêr bi pêkanîna hin operasyonan bersiva cinayetên dagirkerên Rejîma Siyonîst didin. Operasyonên berxwedanê yên filistîniyan li navçeyên cûrbicûr ên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê nemaze Cinînê li dijî leşkerên Rejîma Siyonîst qeyranek li nav artêşa Îsraîlê pêk aniye ku ev qeyran bi tamî di şepirzetîya endam û fermandeyên vê rejîmê xuya ye.

Serepeyv