16 operasyonên berxwedanê dijî siyonîstan li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i342746-16_operasyonên_berxwedanê_dijî_siyonîstan_li_rexê_rojavayê_Çemê_urdinê
Hêzên berxwedana Filistînê di şev û roja bihurî da li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê 16 operasyonên dije-siyonîstî bi cih anîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 28, 2023 05:40 Asia/Tehran
  • 16 operasyonên berxwedanê dijî siyonîstan li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê

Hêzên berxwedana Filistînê di şev û roja bihurî da li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê 16 operasyonên dije-siyonîstî bi cih anîn.

Navenda Amar û Zanyariyan a Filsitînê (Me'tî) ragihand, Hêzên berxwedana Filsitînê carekê bi avêtina roketê, 2 caran bio avêîtina gulleyê û carekê bi avêtina pakêtên teqemeniyê ber bi leşkerên siyonîst li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî bi wan ra ketin pevçûnê.

Hêzên berxwedêr ên El-Qessam ji Gordana El-Eyaşê jî mûşekek avêtin aliyê bajarokên derdora Cinînê ku ev pêncemîn operasyona avêtina mûşekan ji dema destpêbûna pevçûnên giran navbera xortên filistînî û hêzên dagirkera Qudsê li bajaroka Ye'bedê ye.

Li gorî vê raporê, Hêzên berxwedanan Filistînê li El-Xeîlê jî hêzên dagirker ên siyonîst bi gullleyên cengê li nêzikî bajaroka Kermî Tesûrê dan ber êrîşê û navendeke klêgerînê li Kampa El-Urûbê jî ji nav birin.