Miftiyê ûris: Rêberê şehîd ê Îranê di rêya lihevnêzîkkirina mezheban de gav hilanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i358734-miftiyê_ûris_rêberê_şehîd_ê_Îranê_di_rêya_lihevnêzîkkirina_mezheban_de_gav_hilanî
Miftî û Serokê Civata Olî ya misilmanên Rûsiyê got: HZ. Ayetullah Seyd Elî Xamineyî, Rêberê Têkoşer ê Şehîd ê Îranê di serdema heyata xwe de gavên mezin di çarçoveya lihevnêzîkkirina mezhebên Îslamî de hilanî.
(last modified 2026-07-03T14:38:36+00:00 )
Tîrmeh 03, 2026 17:23 Asia/Tehran
  • Miftiyê ûris: Rêberê şehîd ê Îranê di rêya lihevnêzîkkirina mezheban de gav hilanî

Miftî û Serokê Civata Olî ya misilmanên Rûsiyê got: HZ. Ayetullah Seyd Elî Xamineyî, Rêberê Têkoşer ê Şehîd ê Îranê di serdema heyata xwe de gavên mezin di çarçoveya lihevnêzîkkirina mezhebên Îslamî de hilanî.

Miftî  Albîr Kêrganov got: HIn kes li  Welatên Rojavayî bi taybetî Îslamnasên rojavayî di dehekên borî de gelekî hewil dan ku di navbera Sunnî û Şîeyan navbireke kûr pêk were û vê bêtifaqiyê wekî dîwarekî qahîm nîşan bidin ku nekarbin jê derbas bibin di halekî de ku tişteke bi vî rengî tineye. 

Wî her wiha got: Çalakiyên rêberê şehîd ê Îranê û alimên din ên mezin, tam di çarçoveya eşkerekirina hewildanên derew jibo pêkanîna bêtifaqiyê di navbera Şîe û Suniyan de bûye.

Miftî Albîr Kêrganov bal kişand ser vê yekê ku malbata olî û jiyana sade ya Rêberê Şehîd ê Îranê, mijareke naskirî ye û got: Ew bi wêrektî ji vê cîhanê çû û şehîd bû.