Daxwaza artêşa Sûdanê ji bo rawestana li ber destwerdanên leşkerî yên Îmaratê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i357107-daxwaza_artêşa_sûdanê_ji_bo_rawestana_li_ber_destwerdanên_leşkerî_yên_Îmaratê
Artêşa Sûdanê bang li şirîkên xwe yên navçeyî û navneteweyî kir ku bi eşkerekirina rûyê rayedarên Îmaratê, pêşiya qaçaxa çekan bo axa vî welatî bigrin.
(last modified 2025-11-17T11:07:11+00:00 )
Tesrîn 17, 2025 15:22 Asia/Tehran
  • Daxwaza artêşa Sûdanê ji bo rawestana li ber destwerdanên leşkerî yên Îmaratê

Artêşa Sûdanê bang li şirîkên xwe yên navçeyî û navneteweyî kir ku bi eşkerekirina rûyê rayedarên Îmaratê, pêşiya qaçaxa çekan bo axa vî welatî bigrin.

Di demekê de ku  di rojên derbasbûyî de hin rapor derbarê qaçaxa berfireh a zêran ji Sûdanê ber bi Îmaratê ve hatine weşandin û hatiye gotin ku Îmarat aloziyan li vî welatê afrîqî zêde dike, artêşa Sûdanê, bi boneya roja cîhanî ya Rawestana li ber cinayetên Rêxistinkirî, bang li şirîkên vî welatî li navçê û cîhanê kir ku veguhestina çekan bo Sûdanê ku bi piranî ji hêla Îmaratê ve tê kirin, rawestînin û rola rayedarên Îmaratê li qeyrana heyî li vî welatî eşkere bikin.

Artêşa Sûdanê ragihand ku barên qaçaxa çek û sîlehan bi derbasbûna ji welatên taybet dighîjin Sûdanê û çavkaniya van çekên qaçax, Îmarat e.