Dewama aloziya li balafirgehên London û Bêrlînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i356276-dewama_aloziya_li_balafirgehên_london_û_bêrlînê
Li dû êrişa saybêrî ya ser balafirgehên London û Bêrlînê, karê wergirtina rêwiyan di van bajaran de ji bo roja dudiyan a lidûhev aloz bûye.
(last modified 2025-09-21T11:42:19+00:00 )
Îlon 21, 2025 14:20 Asia/Tehran
  • Dewama aloziya li balafirgehên London û Bêrlînê

Li dû êrişa saybêrî ya ser balafirgehên London û Bêrlînê, karê wergirtina rêwiyan di van bajaran de ji bo roja dudiyan a lidûhev aloz bûye.

Şîret li rêwiyan hatiye kirin ku herîkêm sê saetan berî firrînên di navbera parezemînan de û du saetan berî firrînên nav welêt herin balafirgehan. Balafirgeha navnetewî ya Bêrlîn- Birandborgê jî ragihand ku di pêvajoya qeydkirina navê rêwiyan de, pirsgirêkeka teknîkî derketiye. Karbidestên balafirgehekî ewrûpî ragihandine ku lêkolînên ji bo nasîna kesên êrişa saybêrî pêk anîne û asta xisarên muhtemel berdewam e. Ewrûpa di van salên dawiyê bi caran ketiye ber êrişên saybêrî yên dijî binavahiyên xwe yên bingehîn ên wek şebekeyên enerjî û tiranzîtê.