Pûtîn: Rûsye hevkariya xwe ya bi bandor bi welatên Îslamî re didomîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i354633-pûtîn_rûsye_hevkariya_xwe_ya_bi_bandor_bi_welatên_Îslamî_re_didomîne
Serokomarê Rûsyê got ku Moskow tevî rewşa dijwar a navneteweyî hevkariya bi welatên îslamî re bi awayekî bi bandor zêde dike.
(last modified 2025-05-12T12:08:43+00:00 )
May 12, 2025 15:36 Asia/Tehran
  • Pûtîn: Rûsye hevkariya xwe ya bi bandor bi welatên Îslamî re didomîne

Serokomarê Rûsyê got ku Moskow tevî rewşa dijwar a navneteweyî hevkariya bi welatên îslamî re bi awayekî bi bandor zêde dike.

Vladimîr Pûtîn di 16`emîn Civata Aborî ya Navneteweyî ya Rûsye û cîhana Îslamê ya li bajarê Kazanê de got ku bi sedsalan e ku deriyê  welatê me yê pirneteweyî ji bo hevkariyên berfireh bi welatên cîhana îslamê re vekirî ye û îro tevî hevkariyên dijwar ên navneteweyî, em hîna jî bi awayekî bibandor û berdewam berfirehkirina têkiliyên aborî, zanistî, perwerdeyî, mirovdostane û navherêmî berfireh dikin.

Civata Aborî ya Navdewletî ya Rûsye û Cîhana Îslamê bi armanca zêdekirina hevkariyên navdewletî bitaybet di navbera Rûsye û welatên Rêxistina Hevkariya Îslamî li Kazanê de tê lidarxistin.