NY: Heke êrişên ser Xezzeyê bidomin, diqewime cinayeta cengê pêk were
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i354571-ny_heke_êrişên_ser_xezzeyê_bidomin_diqewime_cinayeta_cengê_pêk_were
Di halekî da ku rewş li Zîvala Xezzeyê her ku diçe xirabtir dibe, Komîserê Payebilind ê Mafên Merivan ê NY dîyar kir ku ji ber rewşa nika gellekî dilnigeran e û hişyarî da ku berfirekirina operasyonên Rejîma Sîyonîst diqewime bibe sedema awarebûna berfire ya fiilstînîyan û pêkhatina cinayetên cengê.
(last modified 2025-05-07T11:41:45+00:00 )
May 07, 2025 12:36 Asia/Tehran
  • NY: Heke êrişên ser Xezzeyê bidomin, diqewime cinayeta cengê pêk were

Di halekî da ku rewş li Zîvala Xezzeyê her ku diçe xirabtir dibe, Komîserê Payebilind ê Mafên Merivan ê NY dîyar kir ku ji ber rewşa nika gellekî dilnigeran e û hişyarî da ku berfirekirina operasyonên Rejîma Sîyonîst diqewime bibe sedema awarebûna berfire ya fiilstînîyan û pêkhatina cinayetên cengê.

Fulker Turk Komîserê Payebilind ê Mafên Merivan ê NY ragihand ku berfirebûna êrişên artêşa Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê, ne tenê gefê li canê gellek sivîlan dixwe, belku yê bbie sedema pêleke nû ya koçberkirina gelê vê herêmê.

Wî amajeyî rapûorên têkildarî plankarîya bo veguhestina bizorê ya niştecîyên Xezzeyê kir û ev kiryara gefek ciddî himber mana gelê Filistînê zanî û hişyarî da ku niştecîyên Xezzeyê nika bi giranî ji xwarin, av, dermîn û pêwîstîyên din ên jîyanê bêpar in.