Merasima Roja Cîhanî ya Qudsê li navçeyên curbicur ên cîhanê
Di dawîn înîya meha bibmarek a Remezanê da hevgavê gelê Îranê, azadîxwaz û piştgirên mafên gelê Filistînê li navçeyên curbicur ên cîhanê daketin kolanan û careka din piştgirî dan doza gelê Filistînê û qirrkirina filistînîyan a bi destê sîyonîstan şermezar kirin.
Di dawîn înîya meha bimbarek a Remezanê da, ji Îranê bigire heta Iraqê û ji welatên herêma Qefqazê bigire heta şarên mezin ên Amerîka û Amerîkaya Latîn xwenîşandan û meş ji bo piştgirîya ji gelê Filistînê hatin lidarxistin.
Ji bo cara yekem, bi sedan kes li şarê Rîyodojanîro wek yek ji navendên berbiçav ên çandê li Birezîlê, di meşa bi boneya roja Cîhanî ya Qudsê da beşdar bûn. Beşdarên vê meşê bi rakirina alaya Filistînê û pankardên bi durişma piştgirîya ji gelê Filistînê, pêgirî ser pêwîstîya bidawîhatina dagirkerîyê û pêkanîna dadê kirin.
Hevgavê dawîn înîya meha bimbarek a Remezanê, bi hezaran kes ji gelê Malezî û Endonezîyê jî ji bo piştgirîya ji doza gelê Filistînê daketin kolanan, Gelê Malezîyê sindirûk û meytên sembolîk ên zarok û şehîdên filistînî rakirin û bi rê kirin.
Li balyozxana Komara Islamî ya Îranê ya li Tacîkistanê jî merasima rêzgirtina li Roja Cîhanî ya Qudsê bi amadebûna hejmareke rayedar, kesayetîyên sîyasî, civakî û çandî, medyakarên Tacîkistanê, balyoz û serokên nuneratîyên dîplomatîk û îranîyên niştecîyê wî welatî hat lidarxistin.
Li Kişmîrê jî bi hezaran kesî di meşekê da bi durişma ``Filistîna azad`` piştgirî dan gelê mezlûm ê Filistînê.
Bi hezaran kişmîrîyên ku pirranî jin û keçik bûn, bilî piştgirîya ji doza gelê Filistînê, cinayetên Rejîma Sîyonîst ên li Zîvala Xezzeyê şermezar kirin.
Bi milyonan kes ji gelê Pakistanê jî li şarên curbicur ên vî welatî daketin kolanan û bi durişmên ``mirin ji bo Israyîlê`` û ``mirin ji bo Amerîkayê`` bilî piştgirîya teqil ji gelê mezlûm ê Filistînê û doza azadkirina Qudsa şerîf, peyv û durişma Berxwedanê qêrîyan.