Berdewambûna pevçûnên tund li bakura Sûdanê
Mijdar 16, 2025 17:55 Asia/Tehran
Li Kurdofana Sûdanê di navbera artêşê û Hêzên Berteka Lezgîn da pevçûnên tund u giran didomin.
Artêşa Sûdanê bi merema serdestbûna li navçeyên zêdetir li Kurdofanê gellek leşker u hêz şandine vê navçeyê. Herwiha hat ragihandin ku artêşê karîye hin navçeyan bêxe bin kontrola xwe. Sûdan ji Nîsana sala 2023yê va bûye qada pevçûn û şerekî giran di navbera artêşê û Hêzên Berteka Lezgîn, şerê ku gef li jîyana bi milyonan kesî dixwe. Qeyrana Sûdanê tenê nabe sedema kuştin u awarebûnê; pergala aborî ya welêt têk çûye, xizmetên tenduristî û perwerdê hatine sekinandin û gel bi kêmbûna berfire ya dermîn u xwarekê ra rûbirû bûye.