Li Nepalê nerazîbûn; 2 kes hatin kuştin û 45 kes jî hatin birîndarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353996-li_nepalê_nerazîbûn_2_kes_hatin_kuştin_û_45_kes_jî_hatin_birîndarkirin
Di encama pevçûna di navbera hêzên emnî yên Nepalê û nerazîyên himber hikûmeta vî welatî da, herîkêm 2 kes hatin kuştin.
(last modified 2025-03-29T11:37:43+00:00 )
Adar 29, 2025 15:42 Asia/Tehran
  • Li Nepalê nerazîbûn; 2 kes hatin kuştin û 45 kes jî hatin birîndarkirin

Di encama pevçûna di navbera hêzên emnî yên Nepalê û nerazîyên himber hikûmeta vî welatî da, herîkêm 2 kes hatin kuştin.

Di encama pevçûna di navbera hêzên emnî û nerazîyên xwazyarê vegera pergala paşatîyê da li Katmando paytexta Nepalê, herîkêm 2 kes hatin kuştin û herîkêm 45 kes jî hatin birîndarkirin.

Pevçûna di navbera nerazîyên piştgirê paşayê berê yê Nepalê û hêzên emnî yên vî welatî da, li devera Tînkone`yê derket.

Polîsên dijeşoreş ên Nepalê jî ji bo belavkirina nerazîyên ku dil hebûn ber bi parlimana vî welatî va herin, ava guj, gaza îsotê û kêzm bi kar anîn. Di encama vê pevçûnê da çend avahî û maşîn hatin şewitandin.

Hikûmeta herêmî ya Katmandoyê jî li çend navçeyan hikûmeta leşkerî ya demkî ragihandîye.