Çile 31, 2025 18:20 Asia/Tehran
  • Jordeketina balefirê û nakoiyên li Amerîkayê

Bûreya bi karesat a ketina balefira rêwiyan li Amerîkayê bûye sedema nakokiyên siyasî yên berfireh di navbera partiyên Demokrat û Komarîxwaz ên Amerîkayê.

 Wisa ku Donald Trump Serokkomarê îdia kiriye,Hikûmeta Co Baydên hin kesên ku pirsgirêkên  wan a bîr û mejiyê hebûne  di beşên hestiyar de, bi taybetî di Dayireya Hewayî ya Federal de şuxilandine.Dayireya  Hewayî ya Federal a Amerîkayê dibêje  ku hegera sereke ya ketina balafira Waşîngtonê kêmbûna hêzan bûye û berpirsiyariya  kontrola balefiran û helîkopterên leşkerî li derdora meydana hewayî li istûyê kesekî bûye. 

di halekî de ku ev kar diviyabû ji hêla du kesan ve  û bi baldarî  bihatiba kirin. Niha ev mesele  bûye sedema  girêdana tawanên nû li dijî hikûmeta berê ya Amerîkayê ji aliyê Donald Trump ve, û wî  di civîneke çapemeniyê de gotiye  ji ber ku Demokratan  siyasetên xwe danîn ewlewiyetê û  hegera sereke ya qezayeke wiha berçavnegirtina  tedbîrên ewlehiyê  bûye yên ku ji bo parastina jiyana mirovan pêwîst in.Zêdebûna qezayên hewayî li  Amerîkayê di van rojên derbasbûyî de,  ewlehiya firokevaniya vî welatî  rastî pirsên cidî kiriye.

Serepeyv