Kanûn 21, 2025 12:24 Asia/Tehran
  • Xezze nika di nav qeyrana tenduristîyê ya herî giran da

Di encama berdewambûna qeyrana tenduristîyê da li Xezzeyê ku dûhateke dorpêçkirina zalimane ya vê herêmê bi destê Rejîma Sîyonîst a dagirker e, heta tevî agirbesê, berpirsên tenduristîyê yên Xezzeyê ragihand ku ev zîvala nika girantirîn qeyrana tenduristîyê ji dema şerê Rejîma Sîyonîst ê ji bo qirrkirina filistînîyan di zêde ji 2 salên buhurî da derbas dike.

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku nexweşxne u navendên dermankirinê li Zîvala Xezzeyê bi hegera daxistîbûna derbasgehan ku Rejîma Sîyonîst nahêle bên vekirin u derman u alavên pizişkî bi qasî têrê, bên derbaskirin, nika pêrgî kêmbûna giran a her tişta pêwîst bûne û 200 hezar nexweş ji xizmetên dermankirinê yên pêwîst bêpar bûne. 

Herwiha hat gotin ku 110 hezar zarok li Xezzeyê ji ber bedxowrakîyê dinalin û ku ji wan 9 hezar u 500 zarok tûşî bedxworakîya giran bûne. Di eynî demê da hejmara zarokên ji ber nebûna xizmetên tenduristîyê can dane, jorda çûye. 

Di vî halî da Berdevkê Tevgera Hemasê ji ber rewşa qeyranî ya Zîvala Xezzeyê dilnigeranbûna xwe dîyar kir u ragihand ku ji ber jordaçûna hejmara haletên binpêkirina agirbesê bi destê sîyonîstan u kuştina rojane ya welatîyên filistînî, rewşa merivî ya vê herêmê girantir bûhye. 

Hazim Qasim gotîye ku berdewambûna hilweşîna avahîyên bombebarankirî di dema şêrr da ku nika ser niştecîyan da tep dibin, tundkirina dorpêçê, qedexekirina derbaskirina alavên pêwîst ji bo jinûveavakirinê u girtina rê li ber pêwîstîyên bicihkirina awarte ji hêla Rejîma Sîyonîst va, kûratîya xeterên pêşberî merivan li Zîvala Xezzeyê nîşan didin.

Serepeyv