Mijdar 16, 2024 17:34 Asia/Tehran
  • UNICEFê ji ber cinayetên sîyonîstan ên li Xezze û Libnanê rexne kir

Berdevkê Sindoqa Piştgirîya ji Zarokan a NY (UNICEF) ragihand: Tirs û wehşetên li Xezzeyê nika careka din li Libnanê dubare dibin.

Bi dû berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezze û Libnanê, Cêymz Alder Berdevkê Sindoqa Piştgirîya ji Zarokan a NY (UNICEF) ragihand: Ez nizanim biqîrim an bigirîm. Berdevkê UNICEfê qirrkirina zarokan li Xezze û Libnanê şermezar kir û ji xelkên cihanê xwest ku bi desthilatdaran ra qise bikin.

Wî herwiha got: Tirs û wehşetên li Xezzeyê nika careka din li Libnanê dubare dibin û civaka cîhanî nikare van cinayetên Israyîlê bisekinîne.

Cêymz Alder herwiha got ku li Libnanê bi sedan zarok şehîd û li Xezzeyê jî bi dehan hezar zarok şehîd û birîndar bûne û kesên ku dikarin pêşîya qirrkirinê bigirin, ti bertekekê himberî vê yekê nîşan nadin.

Bi dû destdirêjîyên giran ên Rejîma Sîyonîst ser gelê Filistînê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va û paşê êrişên ser Libnanê, Amerîka yek ji piştgirên herî mezin ên vê rejîmê di warên darayî, sîyasî û dayîna çek û rextan da bûye. Amerîka di rû da dew û doza agirbesê dike, lê di piratîkê da karekî ji bo sekinandina şîdetan û neçarkirina Tel Avêvê ji bo bidawîhanîna şêrr nake.

Waşîngton çendik û çend sal e ku mezintirîn piştgirê sîyonîstên terorîst e û dirêv, çek û rext û teknolojîyê dide ber destê wan.

Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezze û Libnanê da ku bi çekên amerîkî pêk tên, nêzî 50 hezar kes şehîd bûne û zêde ji 100 hezar kesî jî birîndar bûne.

Berdevkê UNICEFê di halekî da ji ber cinayetên Rejîma Sîyonîst rexneyan dike ku Rejîma Sîyonîst hema ji vê sibê va 3 caran devera Zahîye li başûra Beyrûta Libnanê daye ber bombeyan û herwiha êrişî çend deverên Xezzeyê û derdora Kempa El-Eynê li rojavaya Nablusê ku ketîye rexê rojavaya çemê Urdinê kirîye. 

Serepeyv