Mijdar 16, 2024 18:50 Asia/Tehran
  • NY bi biryarnameyekê piştgirî da mafê serwerîya filistînîyan

Endamên Rêxistina NY di civîna lêjneyeke Civata Giştî ya vê rêxistinê da dengê erê dan pêşnivîsa biryarnameyeke nû ku piştgirîyê dide mafê serwerîyê yê gelê Filistînê.

158 welatên endamê Rêxistina NY di civîneke lêjneyeke vê rêxistinê da dengê erê dan biryarnameyekê ji bo bifermînaskirina ``serwerîya dawyimî ya gelê Filistînê li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê, ji wan rojhilata Beyt ul Muqeddesê, nifûsa ereb a Golana Dagirbûyî ya Sûrîyê ser çavkanîyên xwezayî yên xwe``.

Ev biryarnameya di civîna Lêjneya Mafên Merivan û Karên Merivdostane ya Civata Giştî ya NY da hat pesendkirin û 6 welatan ji wan Amerîka, Kanada û Rejîma Sîyonîst dengê na danê û 11 welatan bêalî man. 

Australîya, Ingilîs, New Zeland, Fransa, Alman û Japon jî ji wan welatan bûn ku dengê erê dan vê biryarnameyê.

Serepeyv