Mijdar 16, 2024 16:20 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Hemasê ser mercên xwe ji bo pêkanîna agirbesê li Zîvala Xezzeyê

Endamekî Polîtbîroya Tevgera Hemasê careka din pêgirî ser mercên vê tevgerê ji bo pêkanîna agirbesê li Zîvala Xezzeyê kir.

Basim Ne`îm endamê Polîtbîroya Tevgera Hemasê got ku ev tevgera amade ye ku li ser agirbesê lihevkirin pêk were û heke pêşnîyarek raberî Hemasê were kirin ku bibe sedema agirbesê li Xezzeyê û rejîma dagirker jî pabendê wê be, em jî dê ji bo lihevkirinê amade bin.

Basim Ne`îm herwiha got: Em wek Hemas me ti pêşnîyareke nû wernegirtîye û her pêşnîyara ku were raberkirin, em dê bi awayekî erênî hilkolînin. Wî pêgirî kir: Hemasê ji navbeynkaran ra ragihandîye ku ji her pêşnîyara ku bibe sedema agirbesa tam, derketina hêzên leşkerî yên dagirker ji Zîvala Xezzeyê, vegera awareyan, lihevguhertina êxsîrên filistînî û desteserbûyîyên sîyonîst, derbaskirina alîkarîyên mirovî û alîkarîya bo Zîvala Xezzeyê û jinûve avakirina vê navçeyê, pêşwazîyê dike. 

Serepeyv