Mijdar 13, 2024 20:12 Asia/Tehran

Hejmareke berpirsên NY di civîna Konseya Emnî ya vê rêxistinê da xwestin ku pêngaveke navdewletî ji bo bidawîhanîna cinayeyên Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê bê rakirin.

Konseya Emnî ya NY civînek bi armanca hilkolandina parastina sivîlên Zîvala Xezzeyê li dar xsit. 

Îlî Birandz Cîgira Sersekreterê NY di Karên Mafên Merivan di vê civînê da dîyar kir ku rewşa merivî li Zîvala Xezzeyê bikaresat e û got: Sedî 70ê filistînîyên ku li Xezzeyê şehîd bûne, jin û zarok in. 

Berdesta Cîgira Sersekreterê NY di Karên Merivî da jî got k urayedarên israyîlî nahêkin alîakrîyên merivdostîyê derbasî Zîvala Xezzeyên bên kirin. 75 hezar filistînî ji ber kêmbûna giran a av û xwarekê dinalin. Rewşa jîyanê li seranserê Zîvala Xezzeyê dijwar û giran e. Rîyaz Mensûr Wekîlê Filistînê li NY jî di vê civînê da ji Konseya Emnî xwest ku pêngavekê têkildarî qeyrana xelayê ya li Xezzeyê rake.Israyîl xelayê wek şêwazeke cengê ji bo ramalîna nijadî û etnîkî û ji bo pêşdebirina armancên koledarî yên xwe bi kar tîne lê em dê qet ji nav neçin. 

Vasîlî Nêbênzîya Wekîlê Dayimî yê Ûrsêtê li NY jî ji ber rewşa Xezzeyê rexne kir û got ku niştecihên vê herêmê ketine ber birsîbûn û xelayê û ti cîyekî ewleh jî tineye ku bikaribin hawara xwe bibinê.

Artêşa Rejîma Sîyonîst wek artêşa terorê ji 5ê Cotmeha buhurî va bi armanca koçberkirinê dest bi operasyonên berfire li bakura Zîvala Xezzeyê nemaze li Kempên Cibalîya û Beyt Lahîyayê ku di encamê da zêde ji 1800 fiilstînî şehîd bûne û bi hezaran filistînî jî neçar mane koç bikin. 

Serepeyv